Jİ RAYA GİŞTÎRE

Spread the love

Di salvegera sêyemîn a şoreşa jin jiyan azadîde weke rêxistina kongra star di şexsê Jinên serhildêr Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de em tevahî şehîdên şoreşa jin jiyan azadî bibîrtînin û dibêjin ku salvegera şoreşê destpêkê mîmarê felsefeya jin jiyan azadî Rêber Apo û li tevahî gelên Rojhilat û İranê careke din pîroz be.

Gelên İran û Rojhilatê Kurdistanê bi silogana efsûnîve dane nîşandan ku di sedsala 21. De jin, di rêya azadiyêde mesafeyên girîng derbas kiriye. Ev şiar di têkoşîna gerdûnî a ji bo azadiyêde weke sembolekê derkete pêş. Bi vê şîarê û serhildana ku derketî holê dida nîşandan ku nirxên aîdê jinê ên dîrokî ji nûve tên vejandin. Jin li hemberê pergala qirker dikarin pergalên bi kok bihejînin.

Jina Kurd Jîna Emînî bi milyonan girseyên ji netewên cuda li derdora vê sloganêde anî cem hev. Ango di şexsê jina Kurd de têkoşîneke gerdûnî derkete holê. Ew kêliyên dîrokî di rûpelên dîrokêde mînaka herî mezin a serhildêriyêne.

Serhildana jin jiyan azadî li dijî zextên rejîma îranê ên hovane pêşketibû. Rixmê hemû êrîşên rejîma îranê, gefên darvekirinê jî her ku çû mezintir û berfirehtir bû. Rejîma îranê di encamêde bi hezaran serhildêr xistin zindanan û heta niha jî agahiyê kesê ji van girtiyan nîne.

Her sal di dema salvegerêde rejîma îranê van kesên serhildêr bi veşartî darvedike. İisal jî em dizanin ku tenê di meha îlonêde di girtîgehên cuda yên îranêde nêzî 50 çalakger bi veşartî hatine darvekirin û cenazeyên wan jî bi veşartî hatine binavxkirin. Ev bûyerên bi vî rengî sosret di me de nîgeranan çêdike ku li ser jinên serhildêr Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Şerife Muhammedî jî xeteriyên bi vî rengî hene. Li hemberê ev kiryarên rejîma îranê acîl bertek pêwîste û di navnetewîde dengeke xurt lazime derkeve. Em bang gelên azadîxwaz dikin, her wiha avaniyên demokrat, kesên li dijî pergalên dagirker dixwazin deng derxînin, jinên ku dixwazin li dijî van kiryaran deng derxînin bila hêzên xwe bikin yêk û dengê xwe bigihijînin hemû cihanê da ku dawî li kiryarên rejîma îranê bê.

Felsefeya jin jiyan azadî dide nîşandan ku di Kurdistanêde pergala serdestî hildiweşe. Jiyaneke nû li derdora jinê tê hûnandin.

Ev felsefe hemû jinên azadîxwaz li heman xalê de anî cem hev. İiro jî ev rêxistin, jinên têkoşer pêwîste dîsa li hemberê pergalên serdest hêza xwe bikin yêk û li dora felsefeya jiyanê kom bibin. Di sedsala 21. De bi hemû hêza xwe ve emê li dijî pergalên baviksalar têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Ji bo ku di vê sedsalê de pergalên serdest nêzîkatiyên xwe zayendperest, olperest, netewperest li ser jinên azad nesepînin em weke rêxistinên jin ên azadîxwaz hêza xwe bikin yêk.

Em dîsa dibêjin ku hemû pêşketin, îdîa, moral, yekitî û têkoşîna jinan dide nîşandan ku di şerê tê meşandin de serkeftin wê yê jinên azadîxwaz be. Pergalên dijminê jinê tu carî wê negehijin armanca xwe. Bi vê bîr û baweriyê emê têkoşîna xwe mezintir û bilintir bikin û her tim li kêleka gelên me ên İran û Rojhilatê Kurdistanê bin û dengê jin jiyan azadî li her deverê bilinttir bikin. Baweriya me a azadiyê ji her demê zêdetir û xurttir e. Em dîsa têkoşîn û berxwedana gelê wêrek û têkoşer ji dil û can silav dikin.

Silav û Rêz

Jin Jiyan Azadî

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR

16-09-2025

 

 

 

 

  • Related Posts

    صانع الحياة: بين المختبر المنزلي والأمل العالمي – قصة القلب الذي لن يتوقف

    Spread the love

    Spread the loveصانع الحياة: بين المختبر المنزلي والأمل العالمي – قصة القلب الذي لن يتوقف أمراض القلب تسبب ملايين الوفيات سنوياً وقصور القلب يعد مرحلة متقدمة لهذا المرض، لذا فالقلب…

    أصوات متأخرة وضمائر مستيقظة بالخطأ وصمت مدفوع وضجيج مأجور ‏

    Spread the love

    Spread the loveبقلم : طارق النقشبندي

    You Missed

    صانع الحياة: بين المختبر المنزلي والأمل العالمي – قصة القلب الذي لن يتوقف

    • من @massoud
    • أبريل 11, 2026
    • 144 views
    صانع الحياة: بين المختبر المنزلي والأمل العالمي – قصة القلب الذي لن يتوقف

    أصوات متأخرة وضمائر مستيقظة بالخطأ وصمت مدفوع وضجيج مأجور ‏

    • من @massoud
    • أبريل 10, 2026
    • 215 views
    أصوات متأخرة وضمائر مستيقظة بالخطأ وصمت مدفوع وضجيج مأجور  ‏

    العراق أقرب إلى حرب أهلية من أي وقت مضى

    • من @massoud
    • أبريل 10, 2026
    • 208 views
    العراق أقرب إلى حرب أهلية من أي وقت مضى

    اللجنة المركزية لحزب يكيتي الكردستاني – سوريا

    • من @massoud
    • أبريل 6, 2026
    • 240 views
    اللجنة المركزية لحزب يكيتي الكردستاني – سوريا

    بلاغ صادر عن اجتماع اللجنة المركزية لحزب يكيتي الكردستاني – سوريا

    • من @massoud
    • أبريل 5, 2026
    • 283 views
    بلاغ صادر عن اجتماع اللجنة المركزية لحزب يكيتي الكردستاني – سوريا

    ‏””” من يحول البيت الكردي إلى ساحة تصفية حسابات و من يصنع الانقسام؟””””

    • من @massoud
    • أبريل 5, 2026
    • 222 views
    ‏””” من يحول البيت الكردي إلى ساحة تصفية حسابات و من يصنع الانقسام؟””””